Jiyana di navbera feqîrî û nexweşiyê de: Ji ber 50 hezar dînarî dev ji dibistanê berda

Hewlêr (Rûdaw) – Nexweşiya du cemserî (bipolar) û xizaniyê jiyana malbateke 5 kesî ya li Hewlêrê kiriye dojeh.

Geylan Qadirê 40 salî ku bavê 3 zarokan e, li Taxa Buhara Kevin a Hewlêrê di navbera çakûçê nexweşiya du cemserî û xizaniyê de jiyaneke dijwar derbas dike.

Ji ber nexweşiya xwe, ew dikare tenê hefteyê du rojan li Wezareta Xwendina Bilind wekî karmend kar bike.

Vê rewşê bandoreke giran li zarokan kiriye, keça wî ya 13 salî neçar maye dev ji dibistanê berde û kurê wî yê 15 salî jî li şûna ku biçe dibistanê, rojane 10 demjimêran kar dike.

Geylan Qadir ji sala 2016an ve bi nexweşiya “bipolar” (mîzaca du cemserî) ketiye.

Divê ew mehane dermanan bikire ku bihayê wan 25 hezar dînar e.

Geylan di bernameya “Berpirsyariya Remezanê” ya Rûdawê de ku Şehyan Tehsînê pêşkêş dike got, “Eger ez dermanan nestînim, rewşa min têk diçe.”

“Eger heban nexwe divê em wî girê bidin”

Hevjîna wî Xedîce Mihemedê behsa zehmetiyên jiyana xwe kir û got:

“Eger ew hebên xwe nexwe, divê em wî bi zincîran girê bidin.

Berê dema derman nedixwar, dixwest biçe Silêmaniyê yan Îranê, lewra birayên wî derî li ser wî kilît dikirin.”

Ev malbata pênc kesî di xaniyekî kirê de dijî ku tenê odeyek û holek e.

Ew mehane 200 hezar dînar kirê didin.

Xedîce Mihemedê diyar kir ku banê xênî ax e û dilop dike.

Keça Geylan Merwayê jî got, “Em hemû di odeyekê de radizên. Hinek caran dema baran dibare av tê binê me û em ji xew radibin.”

Ji ber nebûna 50 hezar dînarî dev ji dibistanê berdaye

Kêmdarametiya vê malbatê bûye sedem ku du zarokên wan dev ji xwendinê berdin.

Merwayê diyar kir ku ji ber nebûna 50 hezar dînarê servîsê ev du sal in dev ji dibistanê berdaye û got:

“Ez xwendekareke zîrek bûm, ez dixwazim vegerim dibistanê û di paşerojê de bibim parêzer.”

Birayê wê yê mezin Muminê 15 salî ku nexweşiya wî ya tengnefesiyê (astim) heye, dev ji dibistanê berdaye û niha rojane 10 demjimêran tenê bi 2 hezar dînarî kar dike.

Pisporê Nexweşiyên Derûnî û doktorê Geylan Dr. Bekir Kurde ji Rûdawê re got, nexweşiya bipolarê bandorê li mêjî û mîzaca nexweş dike û hêdî hêdî ber bi xerabbûnê ve diçe.

Wî hişyarî da ku ev nexweş dikarin bibin metirsî ji bo derdorê û pêdiviya wan bi çareseriya berdewam heye.

Muxtarê Taxa Buhara Kevin Ehmed Mewlûd jî rewşa xerab a malbatê piştrast kir û got:

“Rewşa malbata Geylan heta bibêjî xerab e. Ew xaniyê ku tê de ne, nabe mirov tê de bijî.”

Malbata Geylan ku debara xwe bi mûçeyekî kêm û alîkariya xêrxwazan dike, tenê daxwazek wan heye:

Xaniyekî wan hebe ku tê de bihewin û zarokên wan karibin xewna vegera dibistanê pêk bînin.