Li Erzirom, Qers, Agirî û Erdexanê berf dibare
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Erzirom, Qers, Agirî û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê berf dibare.
Li Erziromê doh bi şev berfê dayê û navenda bajêr bi berfê nixumî.
Li bajêr him berf dibare him jî hewa pir sar e, her wiha wesayît, peyarê, park, rê, dar û ber bi berfê spî bûn.
Agirî
Li Agiriyê berf bariya. Li bajêr bi şev berfê lê kir, bajêr bi berfê spîçîl bû.
Li bajêr hewa sar e, li gel sar û sermayê tîmên maliştina berfê xebatên xwe didomînin.
Qers
Li Qersê doh bi şev berfê xweş kir û navenda bajêr spî bû.
Serê sibehê welatiyên ji bo ku herin karê xwe ji mal derketin pêşî berfa ser wesayîtên xwe paqij kir.
Erdexan
Li Erdexanê berfê xweş kir.
Li bajêr bi şev berfê lê kir û heta sibehê dem bi dem bariya.
Park, baxçe, wesayît, dar û ber bi berfê nixumîn.