Li navçeya Peyasê ya Ameda Bakurê Kurdistanê ji bo Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê çalakiyek hat lidarxistin.
Zarokên li Kreş û Mala Lênihêrînê ya Perperik û Xalxalokê ya Şaredariya Peyasê, bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî şahiyek li dar xist.
Ev her du kreş (Zarokistan) girêdayî Birêvebiriya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê ne û zarok li wê derê perwerdeya pirzimanî dibînin.
Zarokan di şahiya 21ê Sibatê de cil û bergên neteweyî û herêmî li xwe kirin.
Wan stran gotin, govend gerand û bi çalakiyên cihêreng demeke xweş derbas kir.
Her wiha Nivîskar Fatma Taşli Tunç jî beşdarî şahiya zarokan bû.
Karmendên kreşê diyar kir ku ew dixwazin li gel perwerdeya pirzimanî, çand, huner, dab û nêrîtan jî fêrî zarokan bikin.
Di pîrozbahiyê de mamoste û zarokan bi hev re kêliyên xweş derbas kirin û Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî pîroz kir.