Di Newroza Wanê de 230 hezar îmze bo azadiya Ocalan hat komkirin

23-03-2014
RÛDAW
A+ A-

Wan (Rûdaw) - Di Newroza bajarê Wanê de ku bi sedhezaran kes beşdar bibûn, 230 hezar îmze bo piştevaniya azadiya Ocalan hatin komkirin.


Duh li tenişta Gola Wanê û Keleha Wanê li Parka Çandê ya Wanê bi tevlêbûna bi sedhezaran kes Newroz hat pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de di çarçoveya kampanyaya komkirina îmze bo azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de, ku ji 15'ê Sibata îsal ve hatibû destpêkirin, navendên komkirina îmzeyan hatin vekirin.

Li qada Newrozê, 30 navendên sabit û 50 kesên gerrok dest bi komkirina îmzeyan kirin. Di stantan de bi tevahî 230 îmze hatin komkirin.

Têkildarî mijarê Serokê Komîteya Newrozê Ahmet Aygun, anî ziman ku 12 saziyan hevpar xebat meşandin û 30 stantên îmzeyan û 50 stantên gerrok vekirin. Aygun, anî ziman ku di stantên Newrozê de bi tevahî 230 hezar îmze hatin komkirin.

Aygun, her wiha got ku di vir de gelê kurd girêdana xwe ya bi Rêberê Gelê kurd re anîye ziman û li Azadiya Rêbertiya xwe xwedî derketiye û eşkere kir, ew heta 4'e Nîsanê texmîn dikin ku 600 hezar îmze kom bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst