Kurdistanî li Ewropayê li dijî peymana Sykes-Picot meşek mezin lidar dixin

Navenda Nûçeyan – Kurdistanî yên her çar parçeyên Kurdistanê yên li Ewropayê dê bo şermezarkirina peyamana parçekirina Kurdistanê, peyamana Sykes-Picot meşek mezin lidar bixin.

 

Roja 14 meha Gulanê, li bajarê Koln ê Almanya, di bin navê ji bo rojeke serbixwe de, bi serpereştiya hejmarek ji ronakbîr, kesatî û siyasetvanên serbixwe, ciwan û nivîskarên Kurd, mîtînga şermezarkirina peymana Sykes-Picot tê li darxistin.

 

Ji her çar perçeyên Kurdistanê, partî û tevgerên Kurd piştgiriya wê meşê dikin.

 

Di meşê de dê Ala Kurdistanê were bilindkirin û gelek hunermendên naskirî yên Kurd û biyanî jî beşdarbibin û berhemên xwe pêşkêş dikin.

 

Tê çaverêkirin ku ji gelek welatên Ewropa Kurd beşdarî meşa şermezarkirina peymana Sykes-Picot bibin, ku têde Kurdistan hate perçekirin.

 

Ew peyman di navbera dîplomatê Fransî François Georges Picot û yê Brîtanî Mark Saykes de, roja 16ê Gulanê sala 1916ê hatibû îmzekirin.