Silêmanî (Rûdaw) – Li Silêmaniyê mezargeha (gora) Pîr Mensûr heye, ku hin kes ji bo dua û destkevtina hêviyên xwe serdana wê dikin.
Kesên ku serdana wê mezarê dikin, kerên biçûk ên ji qumaş li dara ber gora Pîr Mensûr girêdidin. Hinek kes jî destê xwe xene (hene) dikin û li dîwarên mezargehê disûn, ji ber wê tevahiya dîwar û kêlên gora Pîr Mensûr bi rengê kesek hatiye guhertin.
Ti zanyariyek piştrastkirî li ser wê gorê û Pîr Mensûr nîne, lê belê hin xelkê deverên dibêjin, ew kes birayê Şewkêl e ku niha mezargeha wî li Şarbajêr e. Herwiha gotinek din heye ku ew kes ji malbata Kak Ehmed ê şêxê Silêmaniyê ye.
Her çend ku li ber derî û kêlên mezargehê ayet û dirûşmên îslamî hatine nivîsandin, lê belê paşnavê Pîr di ola îslamê de nayê bikaranîn, belku di baweriyên kurdên Yarsan, Kakeyî û Êzidî de ew paşnav ji bo mezin û qencên wan hatiye bikaranîn û hêj jî tê bikaranîn. Bi taybet jî jî li her du parçeyên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi dehan mezargehên Kurdên Yarsan û Kurdên Kakeyî hene, ku xelk rêzegk taybet ji wan re nîşan dide.