Li Girtîgeha Wanê girtiyekî Kurd canê xwe ji dest da
Hewlêr (Rûdaw) - Li Girtîgeha Wanê ya Tîpa Fyê girtiyekî Kurd ê bi navê Şervan Can Guder ê 20 salî bi awayekî guman canê xwe ji dest da.
Şervan Can Guder ê ji navçeya Geverê ser bi parêzgeha Colemêrgê ve, doh 22ê Adarê li Girtîgeha Wanê ya Tîpa Fyê canê xwe ji dest da.
Li gor rapora Saziya Pizîşkî ya Dadê, Can Guder bi celteya dil canê xwe ji dest daye lê malbata Guder destnîşan kirine ku ti nexweşiyeke kronîk a Guder nebûye û derbarê bûyerê de daxwaza lêkolînê kirine.
Termê Guder, piştî karên otopsiyê li Geverê bi axê hat spartin. Hat zanîn, 18 sal ceza li Guder hatibû birîn.
Di 20'ê Adarê de li Girtîgeha Îdirê ya Tîpa Syê girtiyê bi navê Sinan Kaya yê 28 salî jî bi awayekî guman canê xwe ji dest dabû.