Zhai Jun: Parastina Hurmizê berpirsiyariya her kesî ye
Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Çînê yê Kar û Barên Rojhilata Navîn Zhai Jun diyar kir ku parastina Hurmizê berpirsiyariya her kesî ye.
Zhai Jun li ser pêşhatên li Rojhilata Navîn ji Rûdawê re axivî helwesta Pekînê ya li ser girtina Tengava Hurmizê û aloziyên herêmê eşkere kir.
Jun diyar kir ku ewlehiya Tengava Hurmizê berpirsiyariyeke hevbeş a hemû welatan e çimkî rêyeke giring a bazirganiya cîhanî ye.
Nûnerê Çînê daxwaz kir ku hemû alî operasyonên leşkerî rawestînin û tekez kir ku agirbest tenê dikare pirsgirêka bingehîn a keştîvaniyê çareser bike.
Pirsên Rûdawê û bersivên Zhai Jun wisa ne:
Rûdaw: Niha Tengava Hurmizê di rastiyê de girtî ye. Gelo Îran rê dide ku keştiyên Çînî di tengavê re derbas bibin? Her wiha gelo Çîn difikire ku tevlî wê hêza hevpeyman bibe ya ku ji aliyê Amerîkayê ve ji bo ewlehiya Tengava Hurmizê hatiye avakirin?
Zhai Jun: Em di wê baweriyê de ne ku Tengava Hurmizê û ava derdora wê, ji bo kel û pel û enerjiyê rêyên giring ên bazirganiya navneteweyî ne. Her wiha parastina asayîş û aramiya tevahiya herêmê berpirsiyariyeke hevbeş e û di berjewendiya civaka navneteweyî de ye.
Vê carê dema min serdana welatên vê herêmê kir, hemû welatan bêyî cudahî dilgiraniya xwe ya derbarê pirsa keştîvaniyê ya li Tengava Hurmizê anîn zimên. Her wiha em careke din daxwazê ji aliyên pêwendîdar dikin ku ewilî çalakiyên xwe yên serbazî rawestînin û xwe ji aloztirkirina rewşê dûr bixin.
Bê guman em derbarê rewşa niha ya Tengava Hurmizê de bi hemû aliyan re di nav pêwendiyê de ne. Em hêvîdar in ku rewşa tengavê aram bibe. Bi dîtina me tenê agirbest dikare pirsgirêka bingehîn a keştîvaniyê çareser bike.