Li Efrînê binpêkirinên Newrozê: ENKSyê xwest tawanbar bên cezakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Encumena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen diyar kir ku bûyera Newrozê ya li Efrînê li hemberî Kurdan û Alaya Kurdistanê binpêkirinek bû.

Ehmed Hesen her wiha anî zimên, "Em ji îdareya Efrînê daxwaz dikin ku ceza bide wan kesên bûne sedema derketina bûyerê."

"Sedem xistina alaya Sûriyeyê ya li Kobaniyê ye"

Serokê Encumena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Ehmed Hesen li ser wiha axivê, "Piştî bûyera ku di roja yekem a Newrozê de qewimî, me lêkolîn kir.

Wan ji me re got ku sedema bûyerê ew e ku ciwanekî Kurd li Kobaniyê alaya Sûriyeyê aniye xwarê.

Bûyera Efrînê jî wekî bertekekê bûye li hemberî kiryara wî ciwanê Kobaniyê."

"Heta niha ti kes nehatiye desteserkirin"

Serokê ENKSyê yê Efrînê her wiha got:

"Me doh daxwaz kir ku em li ser vê pirsê serdana îdareya Efrînê bikin lê heta niha bersiv nedane me.

Em îro ducare daxwaz dikin ku em wan bibînin. Em daxwaz dikin ku ew kesên bûne sedema vê bûyerê werin cezakirin."

Li gorî gotina Ehmed Hesen, heta niha li ser wê bûyerê û binpêkariyan ti kes nehatiye desteserkirin û wî li pey çû:

"Di demekê de ku ew êşandina Kurdan û heqaretkirina li Alaya Kurdistanê bû, ti kes nehatiye girtin."

"Êrişî ciwanên Kurd hat kirin"

Ehmed Hesen li ser rewşa niha ya Efrînê jî diyar kir, "Pirsgirêk tenê di roja yekem a Newrozê de hebûn û niha rewş aram e."

Ehmed Hesen destnîşan kir ku binpêkarî li hemberî nêzîkî 30 kesî hatine kirin.

Wî da zanîn ku ew kesên wan binpêkariyan dikin, berê di nava komên çekdar ên li sînorê parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyeyê de bûn.

Ehmed Hesen 21ê Adarê ji Rûdawê re gotibû, "Gelek binpêkirin li hemberî Kurdên Efrînê hatin kirin. Li hinek ji wan xistin û ew êşandin."

Li gorî çend dîmenên vîdeoyî yên ku hatibûn belavkirin, li sînorê bajarê Efrînê êrişî ciwanên Kurd hatibû kirin.

Di wan dîmenan de xuya dibû ku heqaret li ciwanan tê kirin û li wan dixin.