Li Loristanê bîlançoya şer: 157 mirî û 2667 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Parêzgarê Loristanê ragihand ku ji destpêka şer ve li parêzgehê de di êrişên Amerîka û Îsraîlê de 157 kes mirine û zêdetirî 2 hezar kesan jî birîndar bûne.

Alîkarê Parêzgarê Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê Seîd Pûrelî li ser amarên şer ên parêzgehê daxuyaniyek da.

Pûrelî got, "Ji ber êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser parêzgehê heta niha 157 kes mirine û 2 hezar û 667 kes jî birîndar bûne."

"Piraniya birîndaran sivîl in"

Li gorî gotina Seîd Pûrelî, ji wan 2 hezar û 667 kesên ku birîndar bûne 2 hezar û 431 kes sivîl in.

Li gorî amarên dawî yên parêzgeha Loristanê, ji destpêka şer ve 101 carî êrişî 64 cihan hatiye kirin ku ew cih li 12 bajarên parêzgehê ne.

Şer 24 roj in didome

Şerê navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê 24 roj in didome.

Ev şer 28ê Sibata 2026an piştî operasyoneke berfireh a Amerîka û Îsraîlê ya li Îranê dest pê kir.

Di wan êrişan de gelek berpirsên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Li hemberî vê yekê, Supaya Pasdaran û komên hevpeymanên wê yên li herêmê jî ketin nava tevgerê.

Wan zincîreyek êrişên mûşekî û dronî birin ser Îsraîl û baregehên Amerîkayê yên li welatên Kendavê.