Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibêje, zimanê Kurdî “niştimanê duyem” ê her Kurdekî ye û daxwaza parastin û pêşxistina zimanê Kurdî li nivîskar û rewşenbîrên Kurd kir. Nêçîrvan Barzanî herwiha serbilindiya herî mezin a Kurdan di wê yekê de ye ku nasnameya xwe parastiye û yekgirtî maye û herwiha zarav, ol, mezheb û koçberiyê û dûrbûna ji welat nekariye ku Kurdan ji hev cuda bike.
Duh di merasimekê de bi amadebûna Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û gelek siyasetvan û rayedarên hikûmetê, rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenên Kurdistanî, li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, rêz li rewşenbîr, nivîskar û dîroknivîsê navdarê Kurdê Xorasanê Kelîmullah Tewhudî hat girtin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di merasimê de li ser giringiya zimanê Kurdî û parastina wê axivî û zimanê Kurdî bi sedema vemana gelê Kurd bi nav kir û got, gelê Kurd li her derê be yek êş û jana wê heye, ev jî pêşeroja Kurdistanê ye.
Nêçîrvan Barzanî got, bi dirêjahiya dîrokê gelek gelên cîhanê ji nav çûne, lê gelê Kurd her maye û kes nikare ji nav bibe û sedema wê jî zindîbûna zimanê Kurdî, kultur, mûzîk û sitranên kurdî ye, ku hesta yekîtî û şanaziyî ji bo Kurdan çê kiriye.
Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir ku Kurd li Kurdistanê û Xorasanê her roj xwedî heman êş û derdî ne û çavê wan li pêşeroja Kurdistanê ye û ji bo heman pêşerojê jiyana xwe didomîne.
Barzanî daxwaz ji rewşenbîr û ciwanên Kurdistanê kir ku ji ezmûna Kelîmullah Tewehudî hîn bibin ku tenê nasnameya ziman û kultur e ku gelê Kurd di cîhanê de parastiye û weke mînak amaje bi gelê Kurd li Xorasanê û xebata Tewehudî kir.
Serokwezîr herwiha got, “di van salên dawiyê de, derbarê ziman gelek gazinde hene, ku ev jî li ser milî me hemûyan e, ji ber ku berê tevî ku ne hikûmet û ne jî saziyên rewşenbîrî hebûn, lê belê bi hezaran salan zimanê Kurdî zindî ma û geşe kir. Di dema niha de pêşxistan zimanê Kurdî rola saziyên rewşenbîrî ye, lê hestê berpirsyarbûnê li cem takê xwandevan mercê sereke yê parastina zimanê Kurdî ye.”
Serokwezîr Barzanî xuya kir nabe di serdema niha de ew yek bikeve rojevê û bê bihîstin ku zimanê Kurdî di metirsiyê de ye, belku berovajiyê vê yekê divê rojane mizgîniya vê yekê bihê dan ku zimanê Kurdî berdewam di geşekirin û pêşketinê de ye.
Nêçîrvan Barzanî ziman weke “niştimanê duyem” ê her mirovekî Kurd bi nav kir û daxwaz ji hemû aliyan kir ku haydarê zimanê Kurdî bin û biparêz in.
Barzanî got: “Ziman niştimanê duyem ê me ye û eger her kurdek niştimanê xwe yê yekem winda bike, dikare bi rêya zimanê Kurdî ku niştimanê wî yê duyem e, weke mirovekî serbixwe bi bextewerî bijî. Mînak jî xwşîk û birayên me yên Kurdên Xorasanê ne ku îro mamosta Tewehudî wek nunerê nasnameya kurdbûna wan e bi rêya ziman û kultur.”
Nêçîrvan Barzanî hemû Kurdên Kurmanc ên Xorasanê silav kir û soz da ku hemû berhemên Kelîmullah Tewehudî ku hêj nehatiye çapkirin, bêne çapkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse