Li Mêrdînê pevçûna li ser revandina keçan: Kuştî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna bi çekan de kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gorî îdiayan, li Taxa Mezopotamyayê ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê, ji ber meseleya revandina keçikê du kom bi çekan pev çûn.
Di encama gulebaranê de Mehmet Angay (20) li cihê bûyerê canê xwe ji dest da, Ramazan A. (26) û Selman A. (29) jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê polis û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.
Polîsan ji bo girtina gumanbarên ku piştî bûyerê reviyane dest xebatan kir.