Deşta Geverê piştî barana zêde bûye gola avê

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî zivistaneke bi berf û bihareke bi baran, Deşta Geverê ya Colemêrgê îsal ji bereketa asmanan xenî bûye.

Li gundê Kerpêlê ax êdî ji avê têr bûye û deşta ku bi kîlometreyan dirêj dibe,  bûye goleke mezin a ava berf û baranê. 

Malên ku li nav dilê deştê hatine avakirin, niha di nav avê de mane.

Her çend e  ev dîmen ji bo çavan bûne şahiyeke xwezayî lê ji bo ajeldar û cotkarên gund zehmetî bi xwe re anîne.

Niştecihê Geverê Lokman Cankurtaran got, “Îsal gelek berf hat. Zêdeyî 5-6 metreyan hat.

Te zivistanê ev deşt û rêya Geverê nedidît. Piştî ku berf heliya û baran barî piştî wê jî av rabû û da deştê û avahiyan.

Em di rewşeke zehmet de ne. Îsal me got dibe ku em genim biçînin û pê debara xwe bikin lê piştî wiha bû bi ti awayî genim û çandinî lê çênabe.

Bi rastî em gelek perîşan bûn. Tiştek ji me re nema ne mal û ne tiştek.

Av û rûtûbetê daye mala min û tiştên min ên di garajê de nema.”

Tevî ku ava berf û baranan li hinek cihan rê girtine û zerer gihandiye zeviyan jî lê bedewiya xwezayê  gihandiye lûtkeyê.

Dema ji dûr ve yan jî ji asman ve dinêrî, malên li gund wekî giravên biçûk ên li nava deryayê xuya dikin.

Xelkê Geverê dibêjin, bi salan e wan deşta xwe bi vî rengî tije av  û bi bereket nedîtine.

Niştecihê navçeyê Omer Oguz jî got, “Ev nêzîkî 15-16 sal in berf û baraneke wiha nehatibû.

Sala din zêde berf û baran nebûn û hişkesaliyeke zêde hebû lê îsal rehma Xwedê hem berf û hem jî baraneke zêde hat.

Îsal deşta me ya Geverê li gundê Kerpêlê bûya Gola Wanê.”

Her çend e Gever bi van dîmenên dilrevîn balê dikşîne lê xelkê gundê Kerpêlê ji ber vê bedewiya xwezayî mexdûr bûne.

Ew daxwazê ji rayedaran dikin ku çareseriyekê bo rewşa wan bibînin.