Koçberên Efrînê yên li Qamişloyê di nav gemarê de dijîn

Qamişlo (Rûdaw) - Hinek malbatên koçber ên Efrînê li dibistaneke Qamişloyê dimînin û rewşa wan gelekî xirab e.

Ji ber ku ava kanalîzasyonê vedigere nav dibistanê, jiyan li koçberan bûye zindan.

Koçber ji şaredariyê duxwazin ku pirsgirêka wan çareser bike.

"Me taştê di nav avê de xwar"

Koçberên Efrînê di nav vê dibistanê de dijîn û ava kanalîzasyon û qirêjiyê di nav lepên wan de ye.

Koçberê bi navê Elî Mihemed Mehmûd ê ji navçeya Racoyê, wî û malbata xwe taştê di nav ava qirêj de xwar.

Elî Mihemed Mehmûd li ser rewşa xwe ya zehmet got:

“Kanalîzasyona me çênakin. Em ditirsin ku nexweşiya hebê salê li ser çavên zarokên me derkeve.

Ne tenê zarokên me, zarokên 28 malbatan di Dibistana Ebû Bekir Sidîq a li taxa Qanat Siwêsê de di bin metirsiyê de ne.”

"Kes bi me ve nayê"

Koçbera bi navê Nisrîn Menanê jî behsa xemsariya aliyên peywendîdar kir û got:

“Av nîne, gemarî heye û rewşa gelekî zehmet e û kes bi me ve nayê.

Em bangî kê dikin dibêjin ‘ne karê me ye’. Naxwe em dê çawa bikin?

Em ew qasî kes li vê derê ne, ev çend car in zarok nexweş dikevin û em wan dibin nexweşxaneyê.”

"Em 5 caran koçber bûn"

Tevî vê rewşa xirab jî hêviya vegera li devereke aram û maleke paqij qut nebûye.

Jineke Efrînî ji roja ku ji bajarê xwe derketiye bi nexweşiyekê ketiye û tim digirî.

Hevjînê wê Mihemed Reşîd ê 61 salî du nexweşan xwedî dike.

Mihemed Reşîd qala êşa xwe ya koçberiyê kir û got:

“Em 5 caran koçber bûn. Her car em xwe komî ser hev dikin û piştre em dihêlin ûdiçin.

Keç û xortên me li ber çavên me hatin kuştin.”

Erebên hawirde xaniyan vala nakin

Xelkê Efrînê ji ber şerê derbasbûyî neçarî koçberiyê bû.

Her çend vegera wan xaleke sereke ya dema îmzekirina peymanan bû jî pêvajo hîn bi sistî didome.

Hevserokê Hevgirtina Efrînê ya Civakî Îbrahîm Heftaro li ser xebatên vegerê got:

“Wekî komîteya vegerê me di destpêkê de girîngî da Qamişloyê çimkî piraniya xelkê li Qamişloyê ye.

Em dê dibistan û mizgeftan vala bikin.”

Li gorî amarên Encûmena Efrînê, ji nêzîkî 10 hezar malbatan heta niha nêzîkî hezar û 600 malbat vegeriyane Efrînê.

Kar ji bo malbatên din jî tê kirin lê hîn Erebên hawirde xaniyên wan li Efrînê vala nekirine.