Konsulxaneya Îranê: Ti kesekî me penah nebiriye ber ti nûneratiyekê

Hewlêr (Rûdaw) – Serkonxulxaneya Îranê li bajarê Silêmaniyê di daxuyaniyekê de red kir, ku ti kesekî wan penah biribe ber ti nûneratiyeke welatên din ên li Hewlêrê.

 

Serkonxulxaneya Komara Îslamiya Îranê ya li bajarê Silêmaniyê nûçeya beşek ji malper û çavkaniyên nûçeyan red kir, ku behsa wê yekê kiribûn, berpirsekî wê konsulxaneya Îranê çûye konsulxaneya Amerîakyê ya li Hewlêrê û daxwaza penaberiyê kiriye.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Ti kesê me penah nebiriye ber ti nûneratiyeke welatên din ên li Herêma Kurdistanê.”

 

Ew çend roj bûn, ku di çend navendên medyayî de û herwiha li ser torên civakî zanyariyek wisa belav bibû, ku goya kesekî ser bi konsulxaneya Îranê ya Li Silêmaniyê penah biriye ber konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê.

 

Di nûçeyê de hatibû gotin, wî rayedarê îranî ji bo hevdîtina hevpîşeyê xwe yê li Hewlêrê re serdana vî bajarî kiriye, lê piştî ku gihîştiye Hewlêrê yekser çûye konsulxaneya Amerîkayê û xwe radestî amerîkiyan kiriye.

 

Wan çavkaniyan herwiha gotibûn, ku wî kesî laptop, harden kamêrayan û çend belgename û kelûpelên din jî bi xwe re birine konsulxaneya Amerîkayê û daxwaza penaberiyê ji wî welatî kiriye.

 

Derbarê heman mijarê de, doh Sêşemiyê Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê bi rêya Rûdawê, ew nûçe û zanyarî red kiribû.

 

Berdevkê Konsulxaneya Amerîkayê gotibû, “ti kesekê xwe radestî Kunsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê nekiriye û ew nûçe nerast e.”