Li Erdexanê qeza: 5 leşker birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Zûrzûnan a ser bi Erdexanê li Bakurê Kurdistanê wesayîteke leşkerî wergeriya û di encamê de 5 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn.

Li gundê Kurtkaleyê yê li ser sînorê Tirkiye-Gurcistanê li Taxa Meşelîkê wesayîta eskerî ya ku dewriye digeriya wergeriya.

Di qezayê de leşkerên bi navên V.O, M.K.Ç, A.Ş, B.Y. û B.A. birîndar bûn.

Cendirme, ekîbên tenduristiyê û AFADê çûn cihê qezayê.

Ekîban leşkerên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Erdexanê veguhestin.

Hat ragihandin rewşa leşkerên birîndaran baş e.