Barîna baranê li Sineyê rekora 52 salan derbas kir
Hewlêr (Rûdaw) – Rêvebirê Şîrketa Ava Herêmî ya Kurdistanê li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand, rêjeya barîna baranê li parêzgeha Sineyê %38 ji rêjeya barînê ya di 52 salên derbasbûyî de zêdetir e û bi vê yekê barîna baranê li parêzgehê rekora 52 salan derbas kir.
Rêvebirê Şîrketa Ava Herêmî ya Kurdistanê, Areş Aryanejad îro Sêşemê ji ajansa IRNAyê ya Îranê re ragihandiye, ji destpêka sala avî ya îsal ve heta niha 460 mm barîna baranê li parêzgeha Sineyê hatiye tomarkirin ku li gor sala par %38 zêdetir e.
Areş Aryanejad diyar kir, îsal bi zêdebûna barîna berf û baranê, ava li pişt bendavan jî %73 zêde bûye û got, “ji ber zêdebûna rêjeya barînan, helîna berfê û herwiha zêdebûna ava kanî, çem û rûbaran, rêjeya ava depokirî ya li pişt bendavên parêzgehê jî bilind bûye.”
Bi gotina Aryanejad, îsal her du bendavên Merîwan û Baneyê serrêj bûne û got, eger weke niha çûna avê bo bendava Soral a Dehgolanê berdewam bike, bi egereke zêde ava li pişt wê bendavê jî serrêj bibe.
Li gor Rêvebirê Şîrketa Ava Herêmî ya Kurdistanê, “niha zêdeyî 1 milyar û 656 milyon metrekûp av li pişt bendavên parêzgeha Sineyê hatiye depokirin” û da xuyakirin, îsal heta niha %63 ji kapasîteya bendavên parêzgehê bi avê hatiye dagirtin.
Rêvebirê Şîrketa Ava Herêmî ya Kurdistanê destnîşan kir, heta du heftiyên din dê du pêlên din ên barînê berê xwe bidin parêzgeha Sineyê û da zanîn, rewşa avê îsal li parêzgehê gelek baş e, lê tevî vê yekê divê di bikaranîna avê de zêdegavî neyê kirin.
Li parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 18 bendav hene ku rêvebirina 12 ji wan bendavan di kontrola rêveberiya parêzgehê de ye, lê 6 bendavên din ji aliyê parêzgehên Urmiye, Hemedan û Kirmaşanê ve tên birêvebirin.