MÊRDÎN - Serkeftiyên Pêşbirka 5emîn a Xwendina Helbestên Kurdî hatin xelatkirin
Mêrdîn (Rûdaw) - Pêşbirk ji aliyê Dibistana Ozcan Yildiz a Qoserê ve wekî kevneşopî her sal di navbera xwendekarên dibistana navîn ên navçe û gundên Mêrdînê de tê lidarxistin.
Îsal her 3 serkeftî jî ji dibistanên cuda xwendekarên ku dersa Kurdî hilbijartiye yên keçik bûn.
Di pêşbirka îsal de xwendekara ji bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ya bi navê Lawîn Valî bû yekemîn, xwendekara ji bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê Rozîv Elnûma bû duyemîn û xwendekara ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê Sîyajîn Arîn Koşar jî bû sêyemîn.
Di pêşbirka îsal de ku ji bo bibîranîna helbestkarê Kurd Elî Herîrî bi rê ve çû, ji 24 dibistanên navîn ên Mêrdînê, navçe û gundên Mêrdînê 24 xwendekarên ku dersa Kurdî hilbijartiye bi helbestên klasîk û modern ên Kurdî tevlî pêşbirkê bûn.
Birêvebirê Dibistana Îmam Xetîbê ya Ozcan Yildiz a Anadolê Tarik Yilmaz got:
"Yek em dixwazin li Qoserê, li Mêrdînê û li temamê herêmê zimanê me yê Kurdî neyê jibîrkirin.
Li dibistanê, li polan, li dersan em zarokên xwe hînî Kurdî dikin."
Di pêşbirkê de Lawîn Valiya ku ji bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û li Mêrdînê dijî bû yekemîn, Rozîv Elnûmaya ji Serê Kaniyê bû duyemîn û Sîyajîn Arîn Koşara Mêrdînî jî bû sêyemîn.
Her sê serkeftiyên pêşbirkê jî ji aliyê berpirsên çalakiyê ve hatin xelatkirin.
Yekemîna pêşbirka xwendina helbestên Kurdî Lawîn Valiyê got:
"Ez pir ji Kurdî Soranî û Kurmancî hez dikim. Helbesta min a Hêmîn Mukrîyanî bû, ez pir jê hez dikim."
Duyemîna pêşbirka xwendina helbestên Kurdî Rozîv El Nûmayê jî got:
"Hestên min pir xweş in. Yek bi zimanê xwe biaxive, ev tiştekî pir girîng e û pir xweş e."
Sêyemîna pêşbirka xwendina helbestên Kurdî Sîyajîn Arîn Koşarê jî got:
"Ez bûm sêyemîn. Navê helbesta min 'Em zarokên hêviyê ne' bû. Ez bûm sêyemîn, pir kêfa min tê."
Nirxandina akademîsyenan
Mamosteyên Beşa Kurdolojiyê yê Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê jî ku jûrîyên pêşbirkê bûn ji bo pêşketina zimanê Kurdî amaje bi girîngiya çalakiyê kirin.
Mamosteyê Beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Prof. Dr. Mustafa Ozturk got:
"Ev pêşbirk îro li Mêrdînê tenê çêbû. Di nav welatên ku Kurd lê dijîn de dikarin wekî festîvalekî pêşbirkeke navneteweyî jî dikarin çêkin. Ev gelekî bi qîmet e. Heke tiştekî wiha çêbibe divê di rojên çareseriyê de dê bibe pêngaveke gelekî bi qîmet."
Mamosteyê Beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Dr. Mîkaîl Bulbul got:
"Ev pêşbirka Kurdî gelekî bi qîmet e. Hem ji bo xurtkirinê, zindîkirinê û vejandina zimanê Kurdî. Hem jî ji bo bilindkirina prestîja zimanê Kurdî. Hem jî ji bo zarokan bi xwe rojekê dîrokî ye. Heta sax bin belkî vê rojê ji bîr nekin."
Gotinên mamosteyên Kurdî
Mamosteyên zimanê Kurdî yên ku bi mehan xwendekarên xwe ji bo pêşbirkê amade kirin li ser beşdariya pêşbirkê kêfxweşiya xwe anîn zimên.
Mamosteya zimanê Kurdî Neslîhan Guneş Erolê got:
"Bi rastî kelecan û coşeke pir mezin hebû. Ji bo Kurdî û ji bo zarokên Kurdan hêviyeke me çêdibe. Em pir kêfxweş in."
Mamosteyê zimanê Kurdî Kadir Tutak got:
"Ev pêşbirk ji bo xwenasînê û ji xwedîliderketina li xwe karekî pir baş e."
Mamosteya zimanê Kurdî Sultan Çetînê jî got:
"Çi qasî tiştekî xweş, çi qasî derfeteke xweş. Hêvî dikim ev pêşbirk bi vî awayî geştir, bi coştir û hê pirtir dewam bikin ku ji bo zarokên me jî bibe hêviyeke ku ziman êdî tim bê axaftin û ew helbestên me neyên jibîrkirin."
Birêvebiriya Dibistana Ozcan Yildiz dixwaze vê pêşbirkê ji sînorê Mêrdînê derbas bike û berfirehtir bike, ji bo wê jî ew li benda piştgiriya saziyan pêwendîdar ên fermî ne.