Li Colemêrgê mînîbusa xwendekaran qulibî: 14 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemzînanê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê mînîbusa veguhastina xwendekaran qulibî û di encamê de 13 xwendekar û şofêrê mînîbusê birîndar bûn.
Li herêma Bermeşê yê nêzîkî gundê Şepetanê danê sibehê mînîbuseke veguhastina xwendekaran wergeriya.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîman şofêrê mînîbusê û 13 xwendekarên birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê.
Qaymeqamê Şemzînanê çû serdana birîndaran û diyar kir ku rewşa wan baş e.