Li Êlihê qeza: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kercosê ya parêzgaha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di qezayekê de kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, otomobîla ku Yahya O. (48) diajot a bi plakaya 65 ABF 136 li gundê Êrmûnê ji kontrolê derket û bi nav erdan de qulibî.

Yahya O., Leylîxan O. (42) û Zeynep O. (11) birîndar bûn.

Piştî ku xeber çû ji wan re tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.

Tîman her sê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kercosê lê Leylîxan nehat rizgarkirin.