Li Silêmaniyê 3 DAIŞî hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Asayîşê ya Silêmaniyê ragihand ku wan 3 endamên DAIŞê desteser kirine.

Berdevkê Dezgeha Asayîşa Herêmê ya Silêmaniyê Eqîd Selam Ebdulxaliq da zanîn ku her 3 jî endamên çalak ên DAIŞê ne.

Selam Ebdulxaliq li ser bûyerê ji Rûdawê re got:

"Di sê operasyonên cuda de û bi hevahengiya hêzên Desthilata Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê, sê terorîst li sînorên Silêmanî, Çemçemal û Şarezûrê hatin desteserkirin."

Li gorî gotina Selam Ebdulxaliq, "Her sê terorîst Ereb bûn û endamên çalak ên rêxistina DAIŞê bûn."

Selam Ebdulxaliq diyar kir ku "Operasyon piştî berhevkirina agahiyên tefsilî, şopandin û diyarkirina cihê terorîstan hatin kirin û di navbera 6 û 21ê vê mehê de hatin encamdan."