Nêçîrvan Barzanî û Eraqçî li ser parastina sînoran axivîn
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi telefonê axivîn.
Yek ji wan mijarên ku di pêwnediyê de hatin gotûbêjkirin, xurtkirina hevahengiya ji bo parastina ewlehiya sînoran bû.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Ebas Eraqçî şeva borî bi telefonê axivîn.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di pêwendiya telefonî de bipêşxistina pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Komara Îslamî ya Îranê re hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi taybetî qada bihevguhertina aborî û bazirganiyê hatiye nirxandin û hat gotin:
"Derbarê xurtkirina hevahengiya ji bo parastina ewlehiya sînoran de bîr û ra hatin guhertin."
Bipêşketinên li herêmê û aştî
Li gorî daxuyaniyê, di beşeke din a pêwediyê de bipêşketinên dawî yên li herêmê hatin axaftin.
Di vê çarçoveyê de hat destnîşankirin ku hewldanên welatên herêmê yên ji bo çespandina ewlehî û aramiya Rojhilata Navîn gelekî girîng in.
Her wiha çend mijarên din ên ku ji bo her du aliyan girîng in jî bûn mijara hevdîtina wan.
Medyaya fermî ya Îranê jî li ser pêwendiya telefonî ya Nêçîrvan Barzanî û Ebas Eraqçî agahî dan.
Hat diyarkirin ku wan bipêşketinên li herêmê û mijarên ji bo her du aliyan girîng in gotûbêj kirine.
Pêwendiyên berê û hewldanên agirbestê
Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Karên Derve yê Îranê 24ê Nîsana 2026an jî bi telefonê axivîbûn.
Wê rojê Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kiribû û gotibû:
"Di pêwendiyê de her du aliyan derbarê bipêşketinên dawî yên rewşa herêmê de bîr û ra bi hev guhertin."
Her wiha hatibû gotin ku wan tekezî li ser girîngiya parastina aramî û ewlehî û pêkhatina aştiya li herêmê kiriye.
Ev pêwendiyên telefonî di demekê de pêk tên ku hewldanên zêde yên navneteweyî û herêmî hene da ku agirbesta di navbera Îran û Amerîkayê de bidome.
Tê xwestin ku ev agirbest bibe sedema peymanekê û bidawîhatina şer.