GEVER - Jina ku pincar berhev dikirin ji zinar ket û mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, jinekê dema ku li çiya giyayên biharê berhev dikirin, ji zinarekî ket û canê xwe ji dest da.

Bûyer li herêmeke çiyayî ya gundê Hirminê yê navçeya Geverê rû da.

Li gorî agahiyan, jina bi navê Naîme Yalçin li gel komek welatiyan ji bo berhevkirina pincaran çûbû çiyê.

Gava ku wê li ser zinaran pincar berhev dikirin, ji nişka ve lingê wê şemitî û ji bilindahiya zinaran ket xwarê.

Welatiyên ku li gel wê bûn, piştî dîtina bûyerê tîmên tenduristiyê û tîmên rizgarkirinê agahdar kirin.

Tîmên ku bi zehmetî gihîştin herêma çiyayî, dît ku Naîme Yalçinê piştî ku ketiye di cih de canê xwe ji dest daye.

Tîman termê wê ji binê zinêr derxist û term ji bo otopsiyê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.