Mesrûr Barzanî û Fayîq Zêdan: Divê mafên destûrî werin parastin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina destûrê û parastina mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê hat kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di berdewamiya hevdîtinên xwe yên fermî yên li Bexdayê de, bi Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê Fayîq Zêdan re civiya.

Serbixweyiya desthilata dadweriyê

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Îraqê hat gotûbêjkirin.

Di civînê de her du aliyên bi armanca parastina aramî û ewlehiya siyasî ya li welêt balê kişand ser rola girîng û serbixweyiya desthilata dadweriyê ya Îraqê.

Parastina mafên destûrî

Di beşeke din a civînê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê li ser rêzgirtina bingehên destûrê hevnêrîn bûn.

Her du aliyan daxuyand ku divê pergala federasyonê were çespandin û hemû mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê û pêkhateyên cuda yên Îraqê bên parastin.