Serperiştiyarê yekem ê konsulxaneya Îranê di civîna parlamentoyê de amade bû

Hewlêr (Rûdaw)- Li ser vexwendina serokê Parlamentoya Kurdistanê, Serperiştiyarê yekem ê konsulxaneya Îranê di civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê de amade bû.

Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed di vexwendineke fermî de daxwaz ji konsulxaneyên welatên biyanî yên li Hewlêrê kir ku di civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê de amade bibin, ku ji ber redkirina wê civînê ji aliyê PDK û kêmîne û hinek aliyên siyasî yên din, nearamiyeke siyasî dirust dibû.

Lê tenê Serperiştiyarê yekem ê konsulxaneya Îranê, Muhsîn Bawefayî tevlî civînê bû, herwiha konsulxaneyên Amerîka û Misir û Almanyayê jî nûnerên xwe şandin civînê.

Îro saet 11:00 Parlamentoya Kurdistanê bi amadebûna 57 endaman civiya û xwendina yekem bo pêşniyarqanûnên Serokatiya Herêma Kurdistanê kir.

Herçar aliyên siyasî yên Kurdistanê YNK, Gorran, Komel û Yekgirtû ji bo sererastkirina qanûna Serokatiya Kurdistanê (ku ew qanûn dibêje divê serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê xelkê ve bi awayekî rasterat bê hilbijartin), 4 pêşniyarqanûn pêşkêşî parlamentoyê dikin. Lê PDK, Tirkman û Xiristiyanan civîna îro ya parlamentoyê baykot kirin û dibêjin bila serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê xelkê ve were hilbijartin, ne bi rêya parlamentoyê.

Berdevkê Fraksyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de, Mihemed Elî Yasîn beriya civînê red kir û bihêviya ti karên cemawerî be û tekez kir ku ew jibilî pêngavên qanûnî ti karên din nakin, herwiha dê dewl bidin ku hejmara amadebûyan nehigêje hejmara qanûnî û kêmtir ji 56 parlemanter amade bibin û rûniştin were paşxistin, lê PDKê di wê hewlê de serkeftin bi dest neanî û civîn bi amadebûna 57 endaman birêve çû.

PDKê piştî civînê helwesta xwe ji lidarxistina civînê di daxuyaniyekê de ragihand: "Em dibînin ku kar ligel pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê gerek di çarçoveya lihevkirina niştimanî de be û di vê rewşê de her pêngaveke tekrewî û dûr ji yekdengiya niştimanî xizmeta ti aliyekî nake, ji ber ku ev qanûn xwedî jêderekî destûrî ye û bo serastkirina wê tenê pêwîstî bi piranî û kêmîneyê nabe."

Herwiha Fraksiyona PDKê rexneyê li Serokatiya Parlamentoyê digire ku rûniştina parlamentoya li gorî rêbera navxwe ya Parlamentoyê bû, li gorî madeya (54 –yakem-4).