YNK û Goranê di civînê de 3 biryar dan

Silêmanî (Rûdaw) – Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran ragihandin, biryara ku beriya niha li ser avakirina hikûmeta xwecihî ya li nav sînorên Silêmanî, Helebçe, Raperîn û Germiyanê dabûn, dê pêk bînin.

 

Serokatiya hevbeş a YNK û Goranê îro li Silêmaniyê civînek li dar xistin. Piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hate belavkirin.

 

Di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin, biryarên ku di civînê de dane ev in:

 

- Piştî ku Parlementoya Herêma Kurdistanê were aktîvkirin, li Herêma Kurdistanê û li deverên nakokî, ji bo giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê, amadehî dê werin destpêkirin.

 

- Biryara ku beriya niha li ser avakirina hikûmeta xwecihî ya li nav sînorên Silêmanî, Helebçe, Raperîn û Germiyanê hatibû dayîn, dê were pêkanîn.

 

- Piştî cejna Remezanê bi taybetî ji bo çareseriya pirsgirêkên Herêma Kurdistanê dê cardin civîn were lidarxistin.

 

Ji Tevgera Goran Umer Seyîd Elî, Mihemed Tofîq Rehîm, Osman Hacî Mehmûd, Samal Ebdullah û Îsmail Namiq, ji YNKê jî Hêro Îbrahîm Ehmed, Hakim Qadir Hemecan, Refet Ebdullah û Îmad Ehmed beşdarî civînê bûn.