ŞIRNEX - Jinek li cihê kar bi kêrê hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê Gulîzar Yildiza 29 salî li xwaringeha ku lê dixebitî ji aliyê xebatkarê mêr R.K. ve bi kêrê hat kuştin.
Li gorî nûçeya DHAyê, bûyer doh di saetên êvarê de li navçeya Silopiyayê li xwaringeheke li ser Rêya Hevrîşimê qewimî.
Gulîzar Yildiza ku li xwaringehê dixebitî, di nîqaşa ku bi hevkarê xwe R.K. re kir de hat kêrkirin.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê û çûn cihê bûyerê.
Jina ciwan a ku bi giranî birîndar bûbû, piştî midaxeleya destpêkê tîmên tenduristiyê ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê.
Gulîzar Yildiz, li nexweşxaneyê tevî hemû midaxeleyan nehat rizgarkirin.
Polîsan, gumanbar R.K. desteser kir. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.