Galeriya wêneyan

23-07-2018
34 Photos
RÛDAW

Hewlêr (Rûdaw) - Îro serê sibehê di saet 07:15an de 3 çekdar ketin nav avahiya Parêzgariya Hewlêrê û piştî çar saet ji operasyona Asayiş û hêzên ewlehiya Hewlêrê, hersê êrişkar hatin kuştin û operasyon bi dawî bû.

 

Cîgirê Rêveberiya Asayişa Hewlêrê Barzan Qesab ku serperiştiya operasyona îro ya li avahiya Parêzgariya Hewlêrê dikir, ji Rûdawê re ragihand: “Ji ber ku me nexwest zirar bigihîje ti kesî, operasyon hêdî dimeşiya, niha rewş aram e û hemû di bin kontrolê de ye.”

 

Rêveberê Asayişa Hewlêrê Tariq Nûrî ragihand:  “Em dizanin hersê ji ku derê de, nasname û navên wan li cem me diyar in, hersê jî xelkê Hewlêrê ne, em ê piştre ji raya giştî re eşkere bikin.”

 

Çekdaran di destpêkê de polîsê li ber deriyê avahiya Parêzgariya Hewlêrê birîndar kir û piştre ketin nav avahiyê. Çekdaran du çayger dîl girtin, hêzên ewlehiyê yek ji wan rizgar kir û yê din jî şehîd bû. Herwiha çar karmendên hêzên ewlehiyê birîndar bûn, ku birîna 3 kesan sivik e.