Li Amedê jina bi birîndarî hat dîtin canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezan ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê jinek li mala xwe hat dîtin ku bi çekê hatibû birîndarkirin, lê ligel hemû hewldanên tîmên tendirûstiyê jina bi navê Mucella Demîr a 34 salî canê xwe ji dest da.

Bûyer, li kolana 946emîn ser Cadeya Nûkhet Coşkun a Taxa Yunus Emre ya Bajarokê Rezan qewimî. Li gol agahiyên hatine belavkirin, dema dengê çekê ji mala Mucella Demir derdikeve, welatiyên derdorê tîmên tendirûstî û polîsan agahdar dikin.

Dema polîs digihin cihê bûyerê dibînin ku Mucella bi çekê hatiye birîndarkirin. Tîmên tendirûstiyê jina birîndar bi ambûlansê vediguhêzin nexweşxaneyê. Lê ligel hemû hewldanên pizîşkan, Mucella canê xwe ji dest dide. Hatiye ragihandin ku lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam e.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di van demên dawî de mijara kuştina jinan ji rojeva Tirkiyê dernakeve. 

Berî çend rojan Pinar Gultekin a ji Bedlîsa Bakurê Kurdistanê li bajarê Mugla yê Tirkiyê ji aliyê kesekî ve hat kuştin û doh cenazeyê wê li Xîzanê hat veşartin.