Pênc partî û rêxistinên Kurdî: Dewleta Tirkiyê li hember êrîşên li dijî Kurdan berpirsyar e
Hewlêr (Rûdaw) – Pênc partî û rêxistinên Kurd ên Bakurê Kurdistanê, PSK, PAK, PDK-BAKUR, TEVGER û PÊLKURD di daxuyaniyeke hevbeş de “êrîşên nijadperestî” yên van demên dawî li dijî Kurdan ên li bajarên Tirkiyê şermezar kirin û ragihandin, “rayedarên Dewleta Tirkiyê, dezgehên ewlekariyê, dezgehên ragihandinê û sîstema perwerdehiyê ji van êrîşan berpirsiyar in”.
Di daxuyaniya xwe ya hevbeş de ku îro hatiye weşandin, her pênc aliyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê amaje bi berdewamiya êrişên nijadperestî li Tirkiyê li dijî Kurdan kirine û dibêjin, Di van çend rojên bihurî de li bajarên Afyon, Konya û Enqereyê, nijadperestên tirk êrîşên nemirovane birin ser malbatên Kurd û di encamê de li Konyayê bi navê Hakim Dag kurdek hat kuştin û li sê bajaran gelek kes jî ji malbatên cuda cuda birîndar bûne.
Aliyên ku daxuyanî îmze kirine, rexneyên tûj li siyaseta dewleta Tirkiyê li hember Kurdan û êrişên li ser welatiyên Kurd ên li bajarên Tirkiyê girtine û diyar dikin, ku rayedarên dewletê dixwazin sedemên êrîşan berovajî bikin û wan weke êrîşên kesane nîşan bidin. Ew alî dibêjin, pir aşkere ye ku ew kesên van êrîşan kirine bi slogan, gotin, çêr û dijûnên nijadperestî yên li dijî Kurdan êriş pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, êrîşên nijadperestî yên li dijî Kurdan ji encama siyaseta dewleta Tirkiyê ya li dijî Kurdan çê dibin û tekez tê kirin, “Em baş dizanin ku ev êrîşên ku li bajarên Tirkîyeyê li ser kurdan têne kirin, berdewamîya siyaseta jenosîdkar a li ser miletê Kurd e.”
Ew partî û rêxistinên Kurdî hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê bi wê yekê tohmetbar kirine, ku “çavên xwe ji êrîşkaran re girtine, bêdeng mane, yan jî rê ji erîşkaran re xweştir kirine.”
Weke di daxuyaniyê de amaje pê hatiye kirin, bi baweriya wan partî û rêxistinên Kurdî, hem dewleta Tirkiyê û saziyên wê û hem jî aliyên opozisyonê yên ku li hember êrîşên li dijî Kurdan bê deng dimînin, ji wan êrîşan berpirsyar in.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin, “Hemû rayedarên Dewleta Tirkîyeyê, dezgehên ewlekarîyê, dezgehên çapemenî û ragihandinê, sîstema perwerdehîyê ji van êrîşan berpirsiyar in, tawanbar in. Herweha hemû partîyên mixalefetê,dezgehên sivîl û kesayetên navdar yên li himberî van êrîşan bê deng dimînin jî ji van êrişan berpirsiyar in.”
Ew pênc aliyên Kurdî bang li hemû partî, rêxistin û saziyên Kurdistanî dike û dibêje, “Em di wê bawerîyê de ne ku gava yekem ya li himberî van êrîşên nemirovane, hevkarî û tifaqa neteweyî, niştimanî ye û di vê derbarê de berpirsyarîyeke dîrokî li ser milên hemû partî, rêxistin, grûp û dezgehên Kurd û Kurdistanî ye.”
Di daxuyaniyê de, ew alî herwiha “bang li parastvanên mafê mirovan û hemû hêzên azadîxwaz, demokrat, edaletparêz ên li Tirkiyê dikin ku li hemberî van êrîşan bê deng nemînin.”
PSK, PAK, PDK-BAKUR, TEVGER û PÊLKURD amaje bi wê yekê kirine, ku gelê Kurd li hember êrîşên nijadperestî serê xwe natewîne û dibêjin, “Divê rayedarên Dewleta Tirkiyê jî, hêzên nijadperest yên dijminê miletê Kurd jî baş bizanibin ku miletê Kurd heta îro serê xwe li himberî tu jenosîd, qetlîam, kuştin, zilm û zordariyê netewandiye û dê ji îro pêve jî serê xwe li himberî dagirker û nijadperestan netewîne. Dê tu êrîşên we nikaribin rê li ber azadî, rizgarî, serxwebûna welatê me bigire.”
Di çend rojên derbasbûyî de, li bajarên Afyon, Konya û Enqere yên Tirkiyê di êrişên nijadperest li dijî Kurdan qewimîn û di encama van êrişan de kesekî jiyana xwe ji dest da û 13 kes birîndar bûn ku birîna 2 kesan ji wan dijwar e.
Li hemberî van êrîşan, 15 baroyên Bakurê Kurdistanê yên li bajarên Agirî, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Dêrsim, Amed, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Riha û Wanê di daxuyaniyeke hevbeş de, êrişên nijadperestî yên li Tirkiyê li dijî Kurdan şermezar kirin û daxwaz kirin ku dawî li “siyaseta cudakar a li dijî Kurdan” bê anîn û lêpirsîneke bilez û karîger derbarê êrişan de bê pêkanîn.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê (ÎHD) jî doh têkildarî êrîşa li Konyayê ya bo ser malbateke Kurd daxuyaniyek weşand û têde rgihand “ev êrîş berhema zimanê nijadperst û cihêkariyê ye û li dijî nasnameya Kurdî bûye.”