Li Amedê Navenda Serlêdana Vîzeya Schengenê tê vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya ragihand ku Navenda Serlêdana Vîzeya Schengenê dê li Amed a Bakurê Kurdistanê bê vekirin.

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku dê li bajêr Navenda Serlêdana Vîzeya Schengenê bê vekirin.

Kaya diyar kir ku dê navend bi însiyatîfa DTSO û piştgiriya Wezîrê Derve yê Tirkiyê û Parlamenterê AKPê Mehdî Eker bê vekirin.

Kaya destnîşan kir ku VFS Global/Gateway dê dest bi wergirtina serlêdanan bike û got, “Bi pêşengiya odeya me, kompanyaya VFS Global/Gateway dê di 25ê Tîrmeha 2022an de li Amedê serlêdanên vîzeya Schengenê werbigire.

Ez spasiya Wezîrê Derve Mevlût Çavuşoglu, Parlamenter Mehdî Eker û hemû kesên ku di vekirina Navenda Vîzeyê ya li Amedê de keda wan hebû, dikim.”