Hêlîn Umît: Em gotina 'Tirkiyeya Bêteror' red dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Endama Tevgara Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît got, “Em têgeha 'Tirkiyeya Bêteror' qebû nakin.”
Hêlînê her wiha derbarê koma gerîla ya ku bi merasimekê çekê xwe şewitand jî got, “Êdî wê careke din merasimên wiha pêk neyên û peyama pêwîst hate dayîn.”
Endama Tevgara Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît li ser pêvajoya çareseriyê ji Medya Haber TVyê re axivî.
Hêlîn Umîtê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rola Abdullah Ocalan û diyar kir ku her çi qasî pêwendiyeke wan a rasterast li gel Ocalan nîne jî pêvajoya niha li gorî perspektîfên wî dimeşe.
"Bêyî azadiya Ocalan pêvajo nameşe"
Hêlînê tekez kir ku ji bo biryarên di Kongreya 12emîn a PKKyê de hatine wergirtin, bi taybetî jî yên derbarê çekdanînê de, bikevin pratîkê, azadiya fîzîkî ya Ocalan şert e û got:
“Ji bo pêvajo bi saxlemî bimeşe, divê Rêber Apo azad be. Ji bilî wî ti hêz nikare van biryaran bi me bide meşandin.
Ev ne tenê şertek e, ev tiştek ji şertan wêdetir e. Ji derveyî Rêber Apo ti kes nikare biryarên kongreyê bi awayekî rast bixe pratîkê.
Ev rewş ji muzakereyeke hevbeş wêdetir e. Ango ne wekî parçeyek ji muzakereyê an jî wekî parçeyek ji gavên ku ji bo pêşketina vê pêvajoyê bên avêtin.
Ji bo ku ev pêvajo bigihêje wê astê jî divê azadiya fizîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin û ew bêyî navbeynkar bi me re têkiliyê deyne.”
Hêlîn Umît diyar kir di rewşa Rêber Apo de guhertinek nîne, tecrîd hinek sist buye lê garantiya wê nîne û statuyeke qanûnî nîne.
"Em têgeha 'Tirkiyeya Bêteror' red dikin"
Hêlînê derbarê navê komîsyona ku dê li parlamentoyê were avakirin de, têgeha "Tirkiyeya Bêteror" rexne kir û got:
"Em vê têgehê û pênaseya 'terorîst' qebûl nakin. Tevgera Azadiyê têkoşîna herî rewa ya dîrokê, şerê nasnameya gelekî daye.
Ev têgeha 'terorê' bêbaweriyê di navbera aliyan de kûr dike û divê were guhertin.
Dewleta Tirk dixwaze bi vê têgehê pirsgirêkê tenê bi çekan ve girê bide û tasfiye bike.
Lê ji bo me, ev pêvajo ji bo vekirina rêya siyaseta demokratîk e."
“Tirkiye ji bo ku demokratîk bibe divê pirsgirêka Kurd çareser bike”
Hêlîn da zanîn sedema sereke ya hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê neçareserkirina pirsgirêka Kurdan e û got:
“Eger Tirkiye di van mijaran de gavan neavêje wê demokratîk nebe. Ev pêvajoyeke bide û bistîne nîne.
Me winda nekir, em serketî ne. Hêza li pêş me nikaribû me tune bike. Înkar bi dawî bûye.
Em dixwazin civaka demokratîk bê avakirin. Em mafê rêxistinkirina vê dixwazin. Em dixwazin qada siyaseta demokratîk bê vekirin.”
“Merasîma çekşewitandinê dê dubare nebe”
Hêlîn Umîtê derbar mijara çekdanînê de wiha got:
“Hevalên me li ser dema nû lêhûrbûnê dikin. Çalakiya çek danînê çima pêk hat? Ji bo ku pêşî li siyasete demokratîk bê vekirin çek hatin şewitandin.
Ev koma me niha amadekariyên siyaseta demokratîk dikin.
Eger di destûra bingehîn de sereraskirin pêk were çima venegerin Tirkiyê? Em rêbaza têkoşînê û şiklê rêxistiniyê diguherînin.
Êdî dê careke din merasimên mîna ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk pêk neyên û pêdîvî bi xwenîşandamê
Peyama pêwîst hate dayîn û bîryardarî hate nîşandan. Piştî ku hevala Besê çeka xwe danî êdî kî dikare bêje çek di destê yên li çiyan de heye?
Ev pêvajo dê bi gavên beramberî hev bi pêş bikeve. Me ji diliya xwe nîşan da niha divê aliyê din ji diliya xwe nîşan bide û gavan bavêje.”
"Divê komîsyon li ser yasayên azadiyê bixebite"
Hêlînê derbarê komîsyona ku dê li parlamentoya Tirkiyeyê were damezrandin jî tekez kir ku divê karê wê ne tenê çekdanîn be û got:
“Divê ev komîsyon bibe xwedî rol û bi bandor be û li ser du mijarên sereke bixebite.
Yasayên entegrasyona demokratîk û yasayên azadiyê. Divê bikaribe projeyasayan amade bike.
Eger ev nebin, gavên me avêtine dê li hewayê bimînin."