Riha dikele, termometre 51 pileyan nîşan didin

23-07-2025
RÛDAW
Nîşan Riha Germ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, pileya germê heta 51 pileyan bilind bû.

Pêleke germê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê daye ber xwe.

Li Rihayê germa zêde bandoreke xerab li jiyana rojane ya welatiyan dike.

Termometreyên li bajêr îro demjimêrên nîvro 51 pile nîşan didin.

Germ bandoreke neyînî li welatiyan dike û li Rihayê demjimêrên nîvro xelk heta neçar nemîne dernakeve derve û kolan vala dimînin.

Xelkê ku ji germê bêzar dibe ji bo hênikkirinê xwe davêjin dewrûberên Gola Masiyan û parkan ku dar û ber û av lê hene.

Li Rihayê kesên ji germayê kêfxweş dibin tenê qeşafiroş in ku tenê demsalên havînê kar dikin.

Ji ber demsala çandiniyê ye û germa zêde ye qeşa zêde tê firotin.

Bi taybetî karkerên ku li nav baxçeyên fistiqan dixebitin ji bo cemidandina ava vexwarinê qeşayê dikirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst