MÊRDÎN - Karebayê bi karkerekî girt

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artukluyê ya parêzgeha Mêrdînê karkerekî ku karê lehîmê dikir karebayê bi girt û mir.

Li taxa Îstasyonê ya navçeya Artukluyê ya Mêrdînê Bunyamîn Yertumê 24 salî dema ku li herêma pîşesaziyê karê lehîmê dikir elektrîkê pê girt.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê, tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Tîman Yertumê ku bi giranî birîndar bûbû, veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.

Tevî hemû midaxeleyan jî karkerê ciwan nehat rizgarkirin.

Tîman termê Yertum ji bo otopsiyê bir meytxaneya nexweşxaneyê û derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.