Lihonî: Divê Kurd dilê xwe bi dewletan xweş nekin

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê portal Rûdawê Rojnamevan Hêmin Lihonî dibêje, guhertinên bi lez li herêmê rû didin lewma divê Kurd jî li hember vê yekê amade bin.  

 

Hêmin Lihonî di dema beşdarîkirina bûltena nîvro ya radyo û televizyona Rûdawê de, geşedan û guhertinên dawî yên li herêmê, şirove kir.

 

Bi nêrîna Lihonî li Rojhilata Navîn guhertinên bi lez çêdibin, li hev nêzîkbûna Tirkiye, Rûsya û Îranê jî mînaka vê ye.

 

Hêmin Lihonî diyar kirk u mirov nikare bêje li hevnêzîkbûna van sê dewletan hevpeymaniyek e lê li ser mijara paşeroja Sûriyê û encamên wê li hev têgihiştine.

 

Derbarê pêgeha Kurd ya di vê naverastê de jî Lihonî got:

 

“Kurd beşek sereke ne di nava vê guhertinê de, aktoreke navdewletî ne. Ji ber vê yekê dibe qurbaniyê berjewendiyê welatan. Ew welatên ku dijminê hevbûn, weke Tirkiyê û Sûriyê, li ser mijara Kurdan nêzîkê hevdibin. Herwiha, Îran û Amerîka di demên dawiyê de nêzîkê hevdibûn, lê ji ber Kurdan niha carek din ji hev dûrdibin.”

 

Lihonî amaje bi nûçeyên medyaya Amerîkayê jî kir ku dibêjin Îranê li hember êrîşên li ser Esed li Hesekê, gef li Amerîkayê xwarine ku rêkeftina atomî hilweşîne.

 

Rojnamevan Hêmin Lihonî diyar kirk u ji ber berjewendiyên xwe, dewletên ji hev nakok dikarin pir bilez biryarên xwe biguherin û xwe nêzîkê hevbikin. Lewma jî divê Kurd ti caran bi piştgiriya dewletan dilê xwe xweş nekin.