Galeriya wêneyan

23-08-2018
9 Photos
RÛDAW

Rûdaw – AA

 

Îsal li Hewlêra paytexta Başûrê Kurdistanê ji bilî pez, ga û bizinan, hêştir (dewe) jî bo qurbanê hatin firotin û li gorî firoşyaran jî bazara firotina hêştiran li Hewlêrê baş e.

 

Firoşyarekî hêştiran li Meydana Ajelan a Hewlêrê, Tehsîn Mewlûd dibêje: “Ji sê sal berî niha ve em hêştiran ji başûrê Iraqê ve tînin Herêma Kurdistanê, di heyama vê cejnê de jî heta niha me 30 hêştir bo qurbanê firotine.”

 

Tehsîn Mewlûd herwiha dibêje: “Her hêştirek di navbera 400 heta 500 kîlogramî de dibe û nirxê her yek ji wan jî heta du hezar dolaran e. Bi gotina Tehsîn, piraniya kesên ku hêştiran dikin qurban, xelkê Ereb in.”

 

Ji ber şer û aloziyên navxweyî yên Iraqê û herwiha ji ber şerê DAIŞê, di wan çend salên dawiyê de gelek welatiyên Ereb ji parêzgehên Enbar, Mûsil û Selahedînê weke aware li Herêma Kurdistanê û bi taybet li bajarê Hewlêrê nîştecih bûne.