Li Rihayê otomobîl wergeriya: Miriyek, 3 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek wergeriya, kesekî canê xwe ji dest da û 1 jê zarok 3 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Siwêreg û Amedê otomobîla ku Mehmet Raşit Şaşmazê 40 salî diajot ji rê derket û wergeriya.

Di encama bûyerê de Mehmet Raşit Şaşmaz, Mehmet Yaşarê 43 salî, Fatma Şaşmaza 41 salî û Zelal Zeynep Şaşmaza 9 salî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Lê belê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê Fatma Şaşmazê canê xwe ji dest da.

Dermankirina her 3 birîndarên din li nexweşxaneyê berdewam e.