Şaredariya Rihayê dest danî ser 2 ton birinc

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê tîmên şaredariyê dest danîn ser 2 ton birinca ku kurm ketiyê û dema wan a xwarinê bi ser de çûye.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê tîmên berpirs bi armanca kontrolkirina berhemên xwarinê yên ku zerarê didin tenduristiya xelkê, karên xwe didomînin.

Kurm ketibû nav birincê

Şaredariyê diyar kir ku di encama kontrola nav bajêr de 2 ton birinc hatiye dîtin ku têk çûye û kurm ketiye nav.

Herwiha tîman dest danî ser berhemên wekî penîr, mirîşk, şîr û bulyonê goşt ku dema wan a bikaranînê derbas bûye.

Ew berhem dê bên jinavbirin û derbarê wan dikan û kargehan dest bi jî kar û barên yasayî hatiye kirin.