Heyeteke DEM Partiyê Şaredariya Erziromê ziyaret kir
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş û şandeyeke pê re çû serdana Şaredarê Bajarê Mezin ê Erziromê yê AK Partiyê Mehmet Sekmen.
Di hevdîtinê de behsa pirsgirêkên bajêr hat kirin.
Parlamentera Erziromê Meral Daniş Beştaşê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê serdanê daxuyanî da.
Meral Daniş Beştaşê ragihand ku roja Înê li gel Hevserokê DEM Partiyê yê Erziromê Bariş Kemaloglu, Endamê Birêvebiriyê Yavuz Karabudak û Hevberdevka Koma DEM Partiyê ya Meclisa Şaredariyê Helîn Uzun çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê.
Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku wan di civînê de behsa pirsgirêkên wekî jêrxan, av, rê û veguhastinê kiriye û wiha pê de çû:
"Me hêvî û pêşniyarên xwe yên çareseriyê bi wan re parve kirin.
Em ji ber eleqe û mêvanperweriya wî spasiya birêz Sekmen dikin.
Em dê piştgiriyê bidin her pêngaveke ku ji bo pêkanîna pêdiviyên gel be û em dê vê yekê bişopînin."
Hat zanîn ku di dawiya serdanê de Şaredar Mehmet Sekmen, tizbiyeke ji kevirê Oltuyê wekî diyarî daye Meral Daniş Beştaşê.