Rengînê rengê me yê qirêj eşkere kir
Her dem min li ber hevalên xwe yên ji netewên din paye dikir, ku em Kurd rêzê li jinê digrin, û cihekê wê yê tayet di civakê de heye, û mînak di vê yekê de pir bûn. Yek jê ku jina kurd mil bi mil ligel mêrê kurd xebata polîtîk dike û di şer de jî cihê xwe digirt, tevî ku civaka Kurd yek ji pêkhateyên civala rojhelat e, û ramanên kevnar cihê xwe di nav civaka Kurd de li hin cihan dîtiye.
Lê tistê duh li ser sînorê Başûr-Rojavayê Kurdistanê çê bû, bi hevkara hêja Rengîn Şero re, û şêwyê hovan e yê ku ew du sê endamên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê pê re meşandin, ew serbilindiya min xist di rewşek xirab de, ku ne ev rêz û hurmeta mirovê Kurd ji mirovahiyê re ye, û ne ev taybetmendiya jinê di civaka Kurd e ye, ev çi hov ji hindirê wan kesan derket?!
Bûyer çê bû û me tevan şermezar kir, lê nexweşî ne kiryar bû, nexweşî û bobelata mezin, ew sedemên hişt ew endamên Asayişê bi vî şêweyî danûstandinê bi Jina Kurd a Rojnamevan re bikin, û ne tenê wilo, tevî vê qirêjiyê, dengên qirêjtir derketin, ku hincet ji wan kesan re peyda kirin, û rewatî dan kiryara wan, û herweha bêdengiya Rêveberiya Asayişê.
Bobelat ew e, dema zikreşî û nakokî di civaka Kurd de gihiştibe vê astê, dema çemê Dicleyê rastî Kurd ji hev veqetandibe, di dema ku Dicleyê di demekê de reha bi tenê bû ji hatûçûna xwîna kurdan, dema ku pariyê nan li Rojava dupar dibû, û bi rêya Dîcleyê re di qeyikên ji textê riziyayî diçû Başûr, îro zikreşî di civaka Kurd de giştiye astekê, ku ew nezanên li ser sînor li bayê ji Başûr dinêrin ku ew bayê zer e, û nexweşiyan tîne Rojava, dema ku ava Dîcleyê ya pîroz, dibe rêçek bo veguhestina êş û hêsir û nakokiyan.
Rengîna dilpak a li nav penaberên Rojava digeriya û bi dehên caran me bi awayek zindî dîtiya ku kelagirî di qirka wê de dimîne, rengîn ne polîtîkvan bû, û ne serkêşa ti hêzek polîtîk bû, rengî ew keça Kurd bû ku xwest bibe vedenga civaka xwe li gorî hêz û karîbûna xwe. Tenê xwest vegere welat û silavê li dê û bavê xwe bike, çavên zikreşiya bê hiş rê nedaye û destê hovîtiyê û nezaniyê dirêjî pîroziya wê wek jin û pîroziya wê wek Kurd, pîroziya wê wek mirov, pîroziya wê wek rojnamevan bû.
Lê belê, Rengîn ne ya pêşî ye û dê ne ya dawî be, çiqas ev zikreşî û nezanî û peyîtiya polîtîk di mejiyê me de be, rengîn û wedad qurbaniyên heman sedemê ne, çimkî ew her du qurbaniyên zikerşiya di nav bira û bira de ne, û eger em ji vê bobelatê re nebêjin na û himber pêla nakokiyan nesekinin, bila serê welat sax be, ku bû Kurdistanek bê Kurd, lê Kurdistanek bi keriyek nezan.