Kurdên Almanya: Serdana Demirtaş bo Başûr di berjewedniya Kurdan de ye

23-09-2016
RÛDAW
Şanda HDPê ew 3 roj in li Herêma Kurdistanê ye
Şanda HDPê ew 3 roj in li Herêma Kurdistanê ye
Nîşan HDP Demirtaş Herêma Kurdistanê Kurdên Almanya Kurd
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) – Serdana şanda HDPê bi serokatiya hevserokê wê partiyê Selahattin Demirtaş bo Başûrê Kurdistanê bûye cihê dilxweşiya Kurdên li Almanya.

 

Şandeke pilebilind a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş û kesatiyê naskirî û parlamenter Osman Baydemîr serdana Heêrma Kurdistanê kiriye.

 

Şanda HDPê li Herêma Kurdistanê çendîn hevdîtin û civînên giring bi berpirsên pilebilind ên hikûmetê û partiyên siyasî re pêk aniye.

 

Serdana Demirtaş û şanda HDPê kêfxweşî di dilê kurdên li derveyê welat û bi taybet Kurdên li Almanya de çê kiriye.

 

Kurdên akincî li Almanya bi giringî ve berê xwe didin serdana Demirtaş û şanda HDPê bo Başûrê Kurdistanê û wiha dibînin, ku ew serdan û ji hev nêzîkbûna partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî du berjewendiya Kurdan de ye.

 

Herwiha kurdên li Almanya hêvî dikin, partiyên Kurdî li seranserî Kurdistanê derbarê çareserkirina pirsa Kurd de hevrêz û hevkar bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst