General Joseph Votel serdana Kurdistanê kir
Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke ji Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ji bo hevdîtina ligel Serokê Herêma Kurdistanê gihiştine Pîrmamê.
Şanda CENTCOMê ya di bin serokatiya Fermandarê Hêzên Navendî Joseph Votel de gihişte Herêma Kurdistanê.
Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman ragihand ku di nava vê hefteyê de ev çaremîn şanda bilind a welatên mezin ên cîhanê ne ku hatine Hewlêrê.
Peyamnêrê me got ku tê payîn di vê civînê de jî mijara sereke operasyona Mûsilê be.