DUHOK - PKKê 20 roj e xortek bi birîndarî girtiye

Duhok (Rûdaw) - Welatiyekî Kurd bi awayekî birîndar, ev zêdetirî 20 rojan e di destê PKKê de girtî ye.

Welatiyê bi navê Şewket Elî yê 35 salî, roja 2ê Îlonê, çû geliyê Balenda yê li Şêladizê li navçeya Amediye ya Duhokê. Lêbelê li wê deverê di navbera Elî û endamên PKKê de şer rû dide. Di encama şer de Elî, bi awayekî birîndar ji aliyê endamên PKKê ve tê girtin.

Birayê wî welatiyê hatiye revandin, Şukrî Elî, ji Rûdawê re ragihand ku biryarê Şewket Elî, Pêşmerge ye û ji bo geştê çûbû devera geliyê Balenda û diyar kir, “Li wê deverê ji aliyê kesên bi cil û bergên sivîl teqe li wî tê kirin û ew jî bersiva wan dide û pevçûn di navbera wan de rû dide. Piştre me zanî ku ew kes endamên PKKê ne û ew kes piştî şer birayê min digirin û dibin.”

Şukrî Elî aşkere kir ku heta niha 6 caran li gel mixtarê gundê Rezge, ji bo ku biryarê wî berdin, çûyîne cem endamên PKKê û diyar kir, “Her carê ji me re gotin ku lêpirsîna wî bi dawî nebûye. Birayê min beriya 15 salan, di temenê xwe yê 20 saliyê de beşdarî nav PKKê bû. Piştî mayîna çend mehan li nav refên PKKê, vegeriya û bû Pêşmergeyê Zêrevanî. Dibe ku bi vê hincetê nexwazin birayê min berdin.”

Rêveberê Nahiyeya Derelûkê, Warşîn Selman jî derbarê vê mijarê de ji Rûdawê re aşkere kir ku ji bo berdana Şewket Elî wan hemû derfetên xwe seferber kirine û got, “Ji bo em welatiyê xwe rizga bikin, em her tişta ji destê me tê dikin. Lêbelê mesele ew e ku ti peywendiya me li gel wê hêza ku ew revandiye, nîne.”

Çarenivîsa du ciwanên  ji Amediyê jî ne diyar e

Li aliyê din di encama bombebarana firokeyên Tirkiyê, di roja 25ê Çileya 2019an,  li nêzî gundê Reşava yê ser bi nahiyeya Nihelî li Amediyeyê, 4 welatiyan canê xwe ji dest dabûn. Ciwanên bi navên, Wahît Abdûlbaqî û Redar Mihemed jî ku niştecihên wî gundî bûn û wê demê li cihê bûyerê bûn, winda bûbûn.

Bavê Redar, Mihemed Tahir jî ji Rûdawê re got, “Ji me re hat gotin ku Redar û Wahît bi awayekî birîndar rizgar bûne û di destê PKKê de ne. Ji ber ku ew devera hatibû bombebarankirin, di bin kontrola PKKê de ye. Em gelek zû gihiştin cihê bûyerê, lêbelê PKKyiyan ji me gotin ku wan ti kes nedîtine.”

Bavê Redar dibêje, “Min termê kurê xwe li cihê bûyerê nedîtiye û niha tekane gumanbar PKKê ye.”

4 ciwanên din ên Duhokî winda ne

Serokê Komeleya Mafên Mirovan li Duhokê, Hemdî Berwarî, diyar kir ku jibilî, Şewket, Wahit û Redar, 4 ciwanên din jî di encama bûyerên bi heman rengî de winda bûne û çarenivîsa wan jî ne diyar e.

Berwarî, bo ku ew bikarin bo dîtina wan alîkariya wan bikin, daxwaz ji malbatên wan kesên ku çarenivîsa wan ne diyar e dike ku derbarê zarokên xwe de zanyariyan bidin komeleyê û dosyayan vekin.