Li Geverê 566 kîlo Heroîn hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê îro li navçeya Geverê ya Colemêrgê dest bi ser 566 kîlo heroîn de girtin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê, Suleyman Soylu diyar kir ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê 566 kîlo Heroîn hatiye girtin.

Soylu, li ser hesabê xwe yê twitterê ragihandiye, "Me nehişt û em nahêlin ku zarok û nifşên me bi tiryakê bên tunekirin. Tomarek din a ji ekîbên Rêveberiya Asayişa Parêzgeha Colemêrgê. Di operasyonê de 566 kîlo heroin li Geverê hat girtin.

Hêj derbarê mijarê de hûrgilî nehatine aşkerekirin û rêveberiya parêzgeha Colemêrgê jî hêj ti daxuyaniyek nedaye.

Gever, qezayeke parêzgeha Colemêrgê ye û dikeve ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê (Îran-Tirkiyê) û wek yek ji rêyên sereke yên tranzîta madeyên hişber ji Îranê bo Tirkiyê û Ewropayê tê naskirin.