SÊRT - Di kongreya CHPyê de pevçûna bi dasê: 2 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê, di 38emîn Kongreya Asayî ya CHPyê de şer derket, aliyan bi kursî û destan li hev da.

Rêxistina Şaxa Partiya Gel a Komarî (CHP)  ya Sêrta Bakurê Kurdistanê 38emîn Kongreya Asayî saz kir.

Di kongreyê de ji bo serokatiya CHPyê ya Sêrtê Enver Guneş û Metin Ozer berbijêr bûn.

Endamê Meclîsa Partiyê ya CHPyê Nevaf Bîlek, Parlamenterê CHPyê yê Îzmirê Murat Bakan û Parlamenterê CHPyê yê Semsûrê Abdurrahman Tutdere jî beşdar bûn.

Di dema dayîna dengan de di navbera alîgirên her du berbijêran de nîqaş derket û her du aliyan bi dest û kursiyan êrişî hev kir.

Şerê di navbera aliyan de li derveyî holê jî berdewam kir û kesekî ku dixwest bi dasê êriş bike hat rawestandin.

Polîs şer û pevçûna her du aliyan rawestand û du kes desteser kirin.

Piştî rawestandina pevçûnê dengdanê berdewam kir.