AMED - Agir bi malekê ket: Zarokê 2 salî mir
Hewlêr (Rûdaw) -Li navçeya Bismilê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê agir bi xaniyekî ket û tê de zarokekî 2 salî mir û dayîk û zarokek jî birîndar bûn.
Li Taxa Dumlupinar ya Bismilê doh ji ber sedemeke nehatiye zanîn agir bi qata herî dawî yê avahiyeke 3 qatî ket.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
Dayik û 2 zarokên xwe yên ku di nav agir de man birîndar bûn û ew ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Lê li gel hemû midexaleyan zarokê 2 salî canê xwe ji dest da û dermankirina her du kesên din berdewam e.
Hat ragihandin ku di avahiyê de jî zerera madî çêbûye.