Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê dewletbûna Filistînê got, “Em piştgiriya xwe ya tam ji bo mafê çarenivîsê yê gelê Filistînê û damezrandina dewleta wan a di çarçoveya rewa û qanûnên navneteweyî de dubare dikin.”
Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew bi girîngî li gotûbêjên li Neteweyên Yekbûyî yên derbarê Filistînê dinêre û piştgiriya xwe ya tam ji bo mafê çarenivîsê û damezrandina dewleta Filistînê dubare dike.
"Rêzgirtin ji bo têkoşîna gelê Filistînê"
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em wek gelekî ku me gelek qurbanî ji bo azadî û mafên xwe yên rewa dane, bi rêz li têkoşîn û cangoriya gelê Filistînê ya ji bo azadiyê dinêrin."
Her wiha hat bibîranîn ku ev gelek sal in nûnertiya Filistînê li Herêma Kurdistanê heye ku ev yek nîşana kûrahiya pêwendiyan e.
"Bang ji bo rawestandina şer û pêkanîna aştiyê"
Herêma Kurdistanê tekezî li ser helwesta xwe ya neguhêr kir ku şer û kuştin ti pirsgirêkan çareser nake û ev bang kir:
"Ji bo ku her kes di aramî, ewlehî û bextewariyê de bijî, divê şer û çalakiyên çekdarî rawestin, hevrejiyan û aşitî pêk were û li gorî nirxên mirovî û qanûnên navdewletî mafê rewa yê gelên herêmê û ewlehî û jiyanek bi rûmet û dadwerî ji bo her kesî bê misogerkirin û were pejirandin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse