Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezanê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê agir bi malekê ket û 4 kes ji ber dûyê bi jehrê ketin.
Bûyer li taxa Oglakliyê ya navçeya Rezanê ya Amedê qewimî.
Li gorî agahiyan, ji ber sedemeke nediyar li qata çaremîn agir bi avahiyekê ket.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û 4 kesên ku ji ber dûyê bi jehrê ketibûn veguhastin nexweşxaneyê.
Şewat piştî midaxeleya tîmên agirvemirandinê hat kontrolkirin.
Hat ragihandin ku ji ber şewatê zerereke mezin a madî çêbûye û ji bo diyarkirina sedema derketina şewatê lêkolîn hatiye destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse