Ewropa deriyan digire: Polonyayê rê li ber derbasbûna 27 hezar koçberan girt

Hewlêr (Rûdaw) - Polonya û Lîtwanyayê ji bo rê li ber pêlên koçberiya neyasayî bigirin kontrolên li ser sînorên xwe zêde dikin.

Wezîrên karên navxwe yên her du welatan diyar kir ku dema kontrolkirina sînoran heta Nîsana 2026an hatiye dirêjkirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Polonyayê ragihand ku ji destpêka îsal ve wan rê li ber derbasbûna 27 hezar koçberan girtiye.

Polonya vê gavê wekî beşek ji "parastina ewlehiya tevahiya Ewropayê" bi nav dike.

“Şerê çarenivîsê yê ji bo ewlehiyê li vir e”

Wezîrê Karên Navxwe yê Polonyayê Marcin Kierwinski got, "Ev der ew cih e ku ji bo parastina tevahiya Yekîtiya Ewropayê pêwîstî bi beşdariya aborî û hevahengiya herî mezin heye.

Me rê li ber wan 27 hezar hewldanên derbasbûna neyasayî girt. Ev yek nîşan dide ku şerê çarenivîsê yê ji bo ewlehiyê û rûbirûbûna koça neyasayî li vir e."

Polonyayê cara yekê di tîrmehê de dest bi danîna kontrolên demkî kiribû. Kontrolên demkî dê heta 4ê Nîsana 2026an berdewam bikin.

Berpirsên Polonyayî diyar dikin ku dirêjkirina kontrolan ji bo çavdêriya rêyên koçberiyê pêwîst e lewra koçber bi rêyên qaçax derbasî Polonyayê dibin û ji wir jî berê xwe didin rojavayê Ewropayê.

Lîtwanya piştgiriyê dide Polonyayê

Lîtwanya jî piştgiriyê dide vê pêngava Polonyayê.

Wezîrê Karên Navxwe yê Lîtwanyayê Vladislav Kondratoviç got, "Em têgihiştin ku di çarçoveya giştî de tiştê ku Polonyayê kir ji bo ewlehiya navxweyî pêwîst bû.

Ez gelekî spasiya aliyê Polonyayê dikim ku ji bo rêgirtina li çêbûna qerebalixiyê li xalên kontrolê yên sînorî hemû tedbîrên pêwîst wergirtine."

Polonyayê ji bo rêgirtina li derbasbûna koçberan nêzîkî 16 hezar parêzvan li ser sînorên xwe bi cih kirine.

Li aliyê din, Wezareta Karên Navxwe ya Polonyayê ji Rûdawê re ragihand ku ji destpêka îsal ve 10 hezar û 300 biyaniyan daxwaza mafê penaberiyê kiriye û wan bi tenê daxwaza 3 hezar kesan qebûl kiriye.