Ji malzaroka jinekê tumoreke mezin derket

Hewlêr (Rûdaw) - Li qezaya Koyeyê ya Hewlêrê ji malzaroka jinekê tumoreke 25 santîmetreyî derket.

Birêvebiriya Tenduristiyê ya Koyeyê ragihand ku li Nexweşxaneya Şehîd Dr. Xalid tumoreke mezin a 25 santîmetreyî ji malzaroka jineke ciwan hatiye derxistin.

Dr. Şehla Reûfa Pispora Nexweşiyên Jinan û Jidayîkbûnê ya li Nexweşxaneya Şehîd Dr. Xalid ji Rûdawê re ragihand ku ew jin 41 salî ye û tumorek di malzarokê wê de hebûye.

Li gorî gotina wê, ev tumoreke berbelav e û gelek caran nîşanên wê nînin lê carinan êşa binzik û giraniya zik jî dibin nîşanên wê.

Dr. Şehlayê li ser sedemên çêbûna wê tumorê got:

"Sedem nayê zanîn lê dibe ku qelewî, xwarina netendurist û faktorên genetîk bibin sedema çêbûna wê."

Dr. Şehla pêşniyar dike ku jin ji serê şeş mehan carekê kontrolên xwe bikin.

Li gorî gotina Dr. Şehlayê, kîst û tumorên malzarok û hêkdankan pirsgirêkeke berbelav a di nav jinan de ye û wê ji bo rêlibergirtina wan çend rêbaz eşkere kirin:

  • Kêmkirina kîloyan û parastina kîloyeke îdeal
  • Dûrketina ji xwarinên hazir (fast food)
  • Kêmkirin û dûrketina ji vexwarinên bigaz
  • Xwarina sebze û fêkî
  • Werziş û çalakiya fîzîkî ya rojane
  • Rêkxistina dema xewê